Arzû
Dilşa Yûsiv
Dilşa Yûsiv
 
 

Dilşa Yûsiv

Arzû

 

Hûn dizanin

Kengî ji helbestê şîrvedibim….

Gava navber…

di nava rastiyê û arzû de

bibe gustîlk

û têxim tiliya cepê dil

*  *  *

hûn dizanin

kengî  dibim xwedawend

gava di biyabana arzû de

rûbarekî bê kendav biherikim

 *  *  *

hûn dizanin kengî dimrim

gava bibim asmanekî

strêk weriyayî

û aşiqên min xwe

bi benê qederê darvebikin