KESKESOR Û CEMSRÊ DIN
ÏáÔÇ íæÓÝ
ÏáÔÇ íæÓÝ
KESKESOR Û CEMSRÊ DIN
 
 
 
Fûrîn
 
Pulqe pulqa kela dilê min
Bê deng
Wek qehwa di gumgum de
Li ser tirafa...
Êzingên evîna te
Her diçim
Tîr dibim
Nizanim kîjan demsalê
Tê ji şemendefera....
Xewnerojkên xwe dayê
Û bibe mêvanê qonaxa xwe
Li ber tirafa xwe rûne
Û bibe fincan
Da ez bifûrim te.
 
Keskesor
Wek baranê.....
Ezê dîwarên te
Yên ji heriyê avakirî
Biherifînim
Bi ser bejin û bala te de
Û li şûna wan
Ji bo vî dilî
Koşkên ji evînê avakim
Û ji asmanan
Keskesorê bidizim
Bi ser bejin û bala xwe dakim.
Dil
Kûpekî ji hestane
Di tenûra jiyanê de
Tê qewartin
Derê wî ....
Li ser pishtê vekiriye
Pasewanê wî
bi xweye û ji xwe ye
lê...ji her mêvanî re
nabe nivîn.
 
Gotin
Rêzikên hil û moriyanin
Di gerdena.....
xwedawenda ciwaniyê de
xemla zimanin
bi gulbişkojan dibişkivin
carana jî dibin
qeyd û merbet
di gerdenan de di alin
û xwediyên xwe
li dûv xwe dixirikînin.
 
HêlênTalankirî
Hêlên me bê benderin
Keştiyên me jî
Bê fermanin
Nasnakin hêlan
Îjar emê bayê aramê...
ji ku barkin
rêwiyên rojhelatê
bê bender man
li ber taloza girover
ya ji rojava de hat
talankir hêlên me.
Bakurê dil
 
Bakurê dilê mine ew
Di çavên wî de de....
Di meyinim
Hingivê tehlîşka evînê
Şima mûma mine her şev
Şevbuhurkên tenahiyê.... cîjwanin
Di rojek serê payizê de
Xak bi baranê nermijî
Min ew wendakîr
bê xatir....
li wir...
li bakûrê dil.

 

Cemserê din

Gava ez wek rûbarekî

Tersî cihnûmayê diherikîm

Te ji xwere qublegah....

avadikir

dema ji rojhelata min

roj bilind dibû

li rojava

di asoyên tarî de

te xefik vedidan...

li pêş omîdan

ne tu bû

em pêrgî hev hatin

li hinda gelawêjê

li ser dûriyana...

riya kadizê

te stêrkên rijiyayî berhev dikir

tê kengî ji şîr vebe

û berde hilmijandina....

pêxîrên min

emê nebarin

ger tu nebe cemserê din.

Cizbeya evînê

Ji mêjde...

derdê te dikêşim

çawa şev

derdê qeflên tariyê dikşîne

çawa roj

di bin bazkên xwe de

derdê hêwirandina...

perçemokê dikşîne

çawa jinek

her serê heyvê

derdê rijandina

xwîna mirî dikşîne

tu bi sanciyan re tê

wekî sehmasiyekî

qîlên xwe li komerîşka...

stêrkên min dide

wan yeko yeko dadiqurtîne

çima tu yê bibî

pîjê ber diranê maceryên min

û leylana minî....

bi çolan şutşî biçikîne

kembera li ser bejna min....
dibriqe
ji evînê badayî ye
êdî te nakim kilçîv
min çavê xwe
ji kildanê ezmûnê kildaye
keştiya min î
bi ber bayê arazûyên te diket
û bi ser kelexê xwe de...
li ber peravên te
hildiweşî
niha di zerya xwesteka min de....
avjenî dike
eger tu dixwaze were...
were...
lê... kum û kolozê xwe dîne
cîhana min bê dergahe
ban û zemînê xwe nîne
ji bo tu bibe berdilkê min
ji tac û eywan....
şûr û mertal re cih nîne
ne wek aviyekî
xwe bavêje nav keriya min
ne wek xwîniyekî
xwe bavêje bextê min
Û ne wek zarokan
xwe bavêje kirasê min
di ferhenga evînê de
cih ji lavan re nîne
ji bo em bi hevre
stêrkan bihejmêrin
bikin ristik
diyarî ji xwedawenda evînê re
divê em bibin...
tayê wê yî ji eşqê ristî
û di cizbeya evînê de
li ber dergahê perestgeha wê
bi dilovanî serî dînin.
 
 
 
Arzû
 
Hûn dizanin
Kengi ji helbestê şîrvedibim….
Gava navber…
di nava rastiyê û arzû de
bibe gustîlk
û têxim tiliya cepê dil
* * *
hûn dizanin
kengî dibim xwedawend
gava di biyabana arzû de
rûbarekî bê kendav biherikim
* * *
hûn dizanin kengî dimrim
gava bibim asmanekî
strêk weriyayî
û aşiqên min xwe
bi benê qederê darvebikin
 
Şaciwanê Aşiqan
 
Mize û mey
Bo şevbuhurkên min
Mizicandina di biyabana xemê de
Bi gul dibe
Ingirandina zaroka xewnên min
Bê aştbûn….
Zimanê çav û dil
Gerdelûla giyan î avis
Bi nepenî û macereyan
Înata xwedayan di tenêbûne de
Newresê dizî
Xerzikên masiyên derya min
Û hêlîna xwe çêkir…
di gevjika dilê min.
 
Şaciwanê aşiqan
Bê destûr
Rûnişt li ser text û eywana min
Gava min tiliya xwe…
di hunguvê evîna wî de dakir
şanên min veguherîn kelmoz
û gezo herikî ji her hêlên min.