Tenê me
Dilşa Yûsif
Dilşa Yûsif
 
Tenê me
Dilşa Yûsif


Caran Şeytanê heyraniyê
li helbestê suyartê
min dajo
peravên te
Dema ez wekî pêlekê
li latên delavê te dikevim
ez dizanim
hîna ji ciyê xwe….
…………ne leqî me
mabêna fireh
ya di navbera min û te de
dirêjtir dibe
îdî çavên min jê nabirre
Tenê me …tenê
wek tenêbûnê
asmanekî sayî nabim
deryakim her bi him him
bê pêl nabim
çendî rabim û dabim
heta keştiya minî westiya yî
raneweste li
bendera çavên te
tucaran şadnabim


03.03.2001